Türkan Tosun
28 Adar 2019•Rojanekirin: 29 Adar 2019
Li Venezuelaya ku di dîroka xwe da bi qeyrana siyasî ya herî mezin ra rû bi rû maye ji ber ku pompeyên avê xirab bûne niha jî bi pirsgirêka ra mijûl e.
Li gor nûçeyên çapemeniya neteweyî piştî ceyran çûn pompeyên avê xirab bûn û li welêt pirsgirêka avê çêbû.
Ji ber ku av nayê welatî zehmetiyê dikşînin, diçin li ber çeman û kaniyên li nav parkan. Welatî ji van deran avê dikşînin malên xwe.
Li gelek dibistan, fabrîqe û kargeh jî ji ber tunebûna avê hatin girtin.
Ji hêla din Serokê Meclisa Neteweyî Juan Guaîdoyê xwe wek serokê dewletê yê berwext îlan kir jî bal kişand ser tunebûna ceyranê.
Guaîdo got ewê roja şemiyê derkevin kolanan û xwepêşanan bikin, ev xwepêşan wê heta 6ê nîsanê dewam bikin.
Guaîdo anî ziman ev xwepêşan wê wek provaya "Operasyona Azadiyê" bin.