Dinya

Serokê Amerîkayê Trump got di êrîşa li dijî Venezuelayê da çekeke nû ya bi navê "discombobulator" hat bikaranîn

Irmak Akcan  | 25.01.2026 - Rojanekırın : 25.01.2026
Serokê Amerîkayê Trump got di êrîşa li dijî Venezuelayê da çekeke nû ya bi navê "discombobulator" hat bikaranîn

Ankara

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya rojnameya New York Postê da got di êrîşa li dijî Venezuelayê da çekeke nû ya bi navê "discombobulator" hat bikaranîn û diyar kir ku ji ber vê çekê alavên wan nexebitîn.

Trump anî ziman ku axaftina wî ya li ser vê çekê qedexe ye û wiha got: "Rokêtên wan ên ku Rûsya û Çînê çêkirine hebûn, lê yek ji wan jî nehat avêtin. Em hatin, wan jî pêlî bişkokan kir, lê tu tiştek jî nexebitî."

Xebatkarekî ewlehiyê yê Venezuelayê îdia kiribû ku di operasyona Amerîkayê ya 3yê Çileya Paşîn ya ku Serokê Venezuelayê Nîolas Maduro ji welêt hatibû derxistin da hemû pergalên radarê ji nişkê va hatibûn girtin.

Xebatkar îdia kiribû ku wî tiştekî ku dişibe deng a pir dijwar bihîstibû û wek ku serê wî wê biteqe hîs kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.