Türkan Tosun
28 Adar 2019•Rojanekirin: 29 Adar 2019
Saziya weşanê ya Îngiltereyê BBC ji ber nûçeyeke xwe ya derew ji Serokê Dewleta Ukraynayê Petro Poroşenko lêborîn xwest û tazmînata zirara ku ji ber vê nûçeyê çêbûn jî qebûl kir.
Di daxuyaniya BBCyê da hat gotin par di nûçeyeke meha gulanê hatiye weşandin da hatiye îdiakirin ji bo civîna Poroşenko û Serokê Amerîkayê Donald Trump hinekî bê dirêjkirin 400 hezar dolar hatiye dayîn.
Hat gotin pere dane Michael Cohenê parêzerê berê yê Trump û paşê ev nûçe ji malpera înternetê ya BCCyê hatiye rakirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ev îdiaya der barê civîna Hezîrana 2017an da çêbû ne rast bû û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em ji Birêz Poroşenko lêborînê dixwazin. Me bihayên tezmînat û mehkemeyê qebûl kir ku em bidin."