Haydar Şahin
29 Adar 2019•Rojanekirin: 30 Adar 2019
Eskerên Îsraîlê gule berî welatiyên Filistînê yên ku li bakurê rojhilatê Xezeyê beşdarî Meşa Vegera Mezin bibûn dan, di encamê da 5 welatiyên Filistînê birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku eskerên Îsraîlê gule berî welatiyên Filistînê yên ku li rojhilatê Cîbaliyeyê beşdarî Meşa Vegera Mezin bibûn dan dan û 5 kes birîndar kirin.
Welatiyên Filistînê ji 30yê adara 2018an vir da li tanga sînorê Îsraîlê yê Xeta Xezeya dorpêçkirî bi navê "Meşa Vegera Mezin" çalakiyên aştiyane li dar dixin.
Eskerên Îsraîlê jî bi fîşengên rastî êrîşî gelê sivîl dike ku "dixwazin vegerin erdên xwe yên jê hatine sirgûnkirin û dorpêça dereqanûnî ya ji sala 2006an vir da li Xezeyê dewam dike were rakirin".
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ji 30yê adara 2018an vir da di midaxeleyên eskerên Îsraîlê da ji 230yî zêdetir welatiyên Filistînê hatine kuştin.