Türkan Tosun
30 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2020
Li Tûnisê keştiya 26 koçberên ku dixwestin derbasî Îtalyayê bibin binav bû, 25 koçber winda bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tûnisê keştiya ku ji qeraxa Safaksê daket behrê li qeraxê bajarê El Mehdiyeyê binav bû.
Hêzên Behrê yên Tûnisê koçberekî bêdestûr xilas kir, 25 koçber winda bûn.
Ji bo koçberên winda bên dîtin xebat dewam dikin.
Koçberên bêdestûr ên dixwazin dereqanûnî herin Ewropayê ji Tûnis û Lîbyayê ra derbas dibin.