Elif Irmak
30 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2020
Berî eydê alîkariya kolîya xurekê dan hewcedarên li Til Ebyada navçeya Sûriyeyê ya ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Rihayê li navçeya Til Ebyadê ya ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat xalîkirin bi kordînasyona Navenda Kordînasyon û Piştgiriyê ya Sûriyeyê ya Walîtiya Rihayê (SUDKOM) bi organîzeya AFADê alîkariyên mirovî didin Sûriyeyiyan. Di vê çarçoveyê da li Şerqiyeya gundê Til Ebyadê koliya xurekê dan 60 malbatên hewcedar ên ku berê hatibûn diyarkirin.
Malbatên Sûriyeyî spasiya Tirkiyeyê ya ku berî eydê hewcehiyên wan pêk anîn û xebatkarên AFADê yên ku di her rewşê da li ba wan in kir.