Dinya

Ciwanê Ereb ê bi darê zorê tevlî YPG/PKKyê bûbû qala reva xwe ya ji rêxistina terorê kir

Herî zêde Ereban digirin û bi darê zorê çekan didin destê wan. Li eniyên şer Ereban didin pêş û ew li paş diman. Li hemberî me cudakarî dikirin.

06.12.2019 - Rojanekırın : 07.12.2019
Ciwanê Ereb ê bi darê zorê tevlî YPG/PKKyê bûbû qala reva xwe ya ji rêxistina terorê kir

Tel Abyad

Ji ciwanên Ereb Ebdulxanî Elî Xelîl el-Handakê ku bi darê zorê tevlî YPG/PKKya rêxistina terorê bûbû û di dema Hereketa Kaniya Aştiyê da jî rêxistinê reviyabû got ku rêxistin ciwanên Ereb bi taybetî dişîne eniyên şer.

Handakê ku berî Herekata Kaniya Aştiyê ji hêla terorîstên YPG/PKKê va bi darê zorê çek hildabû di firsenda ewil da ji rêxistinê reviya û teslîmî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) bûbû, li Til Ebyadê ji nûçegihanê AAyê ra qala çîroka xwe kir.

Ciwanê 23 salî got: "Ez mecbûrî tevlî rêxistinê bûn. Ji bo ku min neqefêlin ez bi qasî 2 salan ji wan reviyam. Ez şofêrê TIRê bûm. Rojekê serê sala 2019an yekî ji wan ez li Karakozakê qefaltim. Ji wê derê jî min birin kampên li rojavayê Kobanê diketin."

Di axaftina xwe da Handak got ku ew bi qasî 13 rojan li kampê ma û paşê ber bi Hesekê va hat şandin.

- "Ji me ra digotin ku wê dewletê ava bikin û êrîşî Tirkiyeyê bikin"

Handak destnîşan kir ku wî bi darê zorê li Hesekeyê digirtin û tevlî perwerdehiya çekan dikirin û wiha domand: "Di nav hîndekarên wan da tevlî yên ji Sûriyeyê yên ku ji Qendîlê jî hatibûn hebûn. Qodên wek Birûsk û Murad ên rêxistinê hebûn. Ji me ra digotin ku ew ê dewletê ava bikin û êrîşî Tirkiyeyê bikin, wê herkes biçe û bi tenê ewê bimînin."

Handak ragihand ku rêxistin bi darê zorê çekan dide destê Ereban û wiha pê da çû: "Herî zêde Ereban digirin û çekan didin destê wan. Ereb ber bi eniyên şer va dişandin û ew li paş disekinîn. Li hemberî me cudakarî dikirin."

- "Çekên xwe daynin û vegerin malê xwe û ser kar û barên xwe"

Handak destnîşan kir ku ew 10 roj berî Hereketa Kaniya Aştiyê dest pê bike bi eskerên ANSê ra têkilî danî û got: "Ez bi qasî 9 mehan bi wan (YPG/PKK) ra mam. Heke ez berî herekatê bireviyama wê berî malbata min bidana û zarokên apê min jî biqefaltina. Ji ber vê jî seranserê wê heyamê ez mecbûrî bi wan ra mam."

Di berdewamiya axaftina xwe da Handak got ku ew bi xêra eskerên ANSê li herêma Eyn Îsayê ji rêxistinê reviya û bangî ciwanên di nav rêxistinê da ne kir û got: "Ez bangî kesên ku mecbûrî tevlî refên rêxistinê bûne dikim. Çekên xwe daynin û vegerin malên xwe, vegerin ser karên xwe. Ev ji bo we pêşniyaza birayekî ye. Niha dikana min a cil û bergan heye. Ez dixebitim û kes jî zorê nade min."

Serokwezîrê Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê Ebdurehman Mistefa pêr li Resuleynê gotibû ku kesên di nav YPG/PKKyê da bi darê zorê cih girtine û tevlî sûc nebûne heke teslîmî ANSê bibin wê bên efûkirin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.