Haydar Şahin
30 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên hat tesbîtkirin bi vîrusa koronayê ya tîpa nû ketin (Kovîd-19) derket 894 hezar û 421ê.
Li gor "Worldometer"a malpera agahiyên Kovîd-19ê berhev dike, di 24 saetên dawîn da 16 hezar û 828 kesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete 894 hezar û 421 kesî.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 361 kes zêde bû û derkete 18 hezar û 901ê.
Li parzemînê hetanî nika ji ber Kovîd-19ê li Afrîkaya Başûr 7 hezar û 497 kes, li Misrê 4 hezar û 728 kes, li Cezayirê 1186 kes mirin.
Ji Erîtreyî hê xebara mirina tu kesî nehat dayîn.
Li Afrîkaya Başûr hejmara nexweşan derkete 471 hezar û 123 kesan, li Misrê hejmara nexweşan bû 93 hezar û 356, li Nîjeryayê jî bû 42 hezar û 208 kesan.
Li Afrîkayê 543 hezar û 503 kes jî ji vîrusê filitîn û pak bûn.