Abdullah Tel
31 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Eskerê ku di teqîna li navçeya Til Ebyad a Sûriyeyê da birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin şehîd ket.
Li gor agahiyên hat hildan eskerekî ku li herêma Hereketa Kaniya Aştiyê wezîfedar bû di 29ê Berfanbarê da ji ber teqîna li Til Ebyadê qewimî, birîndar bû.
Mudaxaleya ewil a li herêmê hat kirin û paşê eskerê birîndar sewqî Rihayê kirin û tedawiya wî li nexweşxaneyê dewam kir. Lê ew digel tedawiyan şehît ket.
Cinazeyê eskerê şehît piştî merasima li Rihayê wê ber bi Erziromê va bê oxirkirin.