E.O
29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
ÎDLIB
Li Sûriyeyê balafirên şer ên artêşa ûris li Îdliba ku dikeve bakurê rojavayê welêt êrîş bir ser cî û warên di bin kontrola mixalifan de, di encama êrîşa asîmanî de 10 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên k nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl bi dest xistin jetên ûris li bajarokên Îdlibê yên wekî Selkîn, Bînnîş û Kefr Tehrîma di bin kontrola mixalifan de bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de jin û zarok jî di nav de 10 sivîl mirin û 20 sivîl jî birîndar bûn.
Kesên ku di êrîşê de birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li herêmê.