26 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2015
RAKKA
Li Reqaya Sûriyeyê YPGya şaxa çekdar a PYDyê hat protestokirin.
Li Telebyada navçeya Reqayê komekê li dijî YPGyê bi hinceta ku kêfî hereket dike û gel dide koçkirin çalakî kir û di çalakiyê da hat xwestin ku yên hatine sirgûnkirin paşva vegerin û kesên girtî jî serbest bên berdan.
Ebû Mûazê aktivîst ê ji Reqayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li ser banga Yekîtiya Eşîrên Reqayê li Sukkeriye, Hammam û hin gundan ji bo Artêşa Eşîrên Şoreşê çalakiyên piştgiriyê hatin kirin.
Ebû Mûaz diyar kir ku çalakî li dijî YPGyê bi hinceta ku kêfî hereket dike û gel dide koçkirin û ji bo sivîlên ku bi destê DAEŞê hatine koçkirin vegerin jî tên kirin.
Yekîtiya Eşîrên Reqayê bang kiribû ku herêma Telebyadê bi destê gelê herêmê were îdarekirin.
Yekîtiya Eşîrên Reqayê ji serokên eşîrên ereban ên ji dorbera Reqayê pêk tê. Artêşa Eşîrên Şoreşê ya şaxa çekdar a Yekîtiya Eşîrên Reqayê, heta demek berê jî di têkoşîna dijî DAEŞê da piştgiriya YPGyê dikir.