Fatih Gazioğlu
24 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
ŞAM
Li Dumaya navçeya Sûriyeyê li ser sifreya ku nêzî kîlometreyekê dirêj bû 7 hezar û 500 kesî fitara xwe kir.
Serokê Meclisa Herêma Dumayê Mehmûd Aybar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Me ev fitar bi arîkariya saziyên xêrxwaz organîze kir. Li ser vê sifreyê 7 hezar û 500 kesî fitara xwe kir. Armanca vê sifrê ew e ku kesên dewlemend û feqîr bi hev ra rûnin. Înşellah ev şer wê bisekine û însanên me bi hev ra herdem xwarinê bixwin. Ez eyda remezanê ya hemû misilmanan pîroz dikim."
Navçeya Dumayê ev 4 sal e di bin kontrola Esed de ye. Li Dumayê elektrîk û av tuneye û hêzên Esed nahêlin kes arîkariya mirovahiyê bişîne navçeyê.