Haydar Şahin
02 Gulan 2019•Rojanekirin: 03 Gulan 2019
Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kir ku meha borî li Sûriyeyê bi destê aliyên dikevin pevçûnan 324 sivîl hatin kuştin.
Di rapora SNHRyê ya li ser meha nîsanê da hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê 74ê wan zarok, 44ê wan jin bi tevahî 324 sivîl bi destê komên şer dikin hatin kuştin.
Li gor rapora komê, rejima Beşar Esed û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan 34ê wan zarok, 22yê wan jin bi tevahî 161 sivîl kuştin.
Hat diyarkirin ku di êrîşên ji hewayê yên teyareyên Ûrisan da 2yê wan zarok, 2yê wan jin bi tevahî 13 sivîl, di êrîşên DEAŞa rêxistina terorê yên li Reqayê da 3yê wan zarok, 2yê wan jin bi tevahî 10 sivîl hatin kuştin.
Li gor raporê YPG/PKKya rêxistina terorê jî di êrîşan da 1ê wan zarok, 2yê wan jin bi tevahî 12 sivîl kuştin.
Komên çekdar ên li dijî rejimê jî bûn sedema kuştina 4 sivîlan, bi destê aliyên nediyar jî 34ê wan zarok, 16ê wan jin bi tevahî 124 sivîl hatin kuştin.
- Meha borî 54 kes bi êşkenceyê hatin kuştin
Di raporê da hat gotin ku meha borî 50yê wan bi destê rejimê bi tevahî 54 kes bi êşkenceyê hatin kuştin.
SNHRyê diyar kir ku ji serê sala 2019an vir da di rêbendanê da 197, di sibatê da 246, di adarê da 334, di nîsanê da 324 bi tevahî hezar û 101 sivîl bi destê aliyên şer dikin hatin kuştin.