Li Swîsreyê di navbera alîgirên YPG/PKKyê û polêsan da pevçûn
Li Berna paytextê Swîsreyê di navbera alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê û polêsan da pevçûn derket
Bern
Li Berna paytextê Swîsreyê di navbera alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê û polêsan da pevçûn derket.
Li gor agahiyan qasî 2 hezar alîgirên rêxistina terorê bi bahaneya protestokirina Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê civiya.
Çalakvanên alîgirên rêxistina terorê li îstasyona trênê ya Bernê kom bûn û piştra ber bi Balyozxaneya Bernê ya Tirkiyeyê va meşiyan.
Çalakvan di saet 19.00an da gihiştin deriyê balyozaneyê û li vir bi kevir û daran êrîşî polêsên Swîsreyê kirin.
Polêsan li ser vê ji bo hişyariyê gule berdan hewayê.
Berdevkê Polêsan Jolanda Eger daxuyanî da çapemeniya Swîsreyê û got ku alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê êrîşî wan kirin. Eger got ku wan jî bi ava bitazîk û û copan midaxeleyî komê kir.
Ji hêla din va alîgirên rêxistinê, afîşên ku propogandaya rêxistina terorê dikin li îstasyona trênê û banên avahiyan va daliqandin.