Önder Beyter
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
KABUL
Li başûrê Efxanistanê li navçeya Meywendê ya li ser parêzgeha Qendeharê êrîşeke biçek hat kirin û di encamê da 5 xebatkarên dezgeha paqijkirina mayinan hatin kuştin.
Midûrê Ewlekariya Qendeharê General Ebdul Raziq di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku çekdarên nenas li herêma Malang Karizê êrîşî karkerên ku bi şixulê paqijkirina mayinan va mijûl bûn, kirin.
Raziq diyar kir ku di êrîşê da 5 karker hatin kuştin û herwiha êrîşkaran karkerek jî revand.
General Raziq êrîş kir stûyê Talîbanê.