Fatih Gazioğlu
01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
STOCKHOLM
Li Savsjoya bajarê Swêdê ku li başûrê welêt e jineke penaber ji ber sermayê mir.
Li gor nûçeya SVTya kanala Swêdê dayik û zarokê wê yî 9 salî û keça wê ya 8 salî li nexweşxaneyê dihatin dermankirin.
Di nûçeyê de hat gotin ku dayika 35 salî welatiya Burkîna Fasoyê bû, 3 meh beriya vê hatibû Swêdê. Jina penaber bona xwespartinê serî li meqamên dewletê dabû.
Hat ragihandin ku serîlêdana dayikê nehatiye qebûlkirin û ew jî li ser vê ji cihê ku lê bû derketiye û ev demek bû jî bi 2 zarokên xwe va li kolanan dima.
Thomas Agnevîkê xebatkarê Midûriyeta Ewlehiya Savsjoyê got ev bûyer gelekî trajîk e. Agnevîk got ku wan ewil kurê jinê yê 9 salî dîtiye li ser îfadeya wî dayik û xwîşka wî dîtine.