01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
ANKARA
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ku ji ber şerê dijî DEAŞa rêxistina terorê li cem dewletên Ewropayê "eleqe" dît û piştî ku bi alîkariya Amerîkayê Kobaniyê ji dorpêça DEAŞê xilas kir li qada navneteweyî wek "qehreman" hat xuyakirin.
Ji ber ku li qadê yekîneyên dijî DEAŞê şer bikin tunebûn û dîmenên înfazkirina Rojavayiyan hatin parvekirin "eleqeya" ji bona PYDyê zêde bû û ji gelek dewletên dinyayê welatî tevlî rêxistinê bûn. Bi taybetî welatiyên ji Amerîka, Îngilistan, Kanada, Almanya û Hollandayê û dewletên Rojhilata Dûr tevlî PYD/YPGyê û YPJya şaxa wê ya jinan bûn.
Li gor rapora Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR) ya di 11ê Hezîrana 2015an da ji parzemînên Ewropa, Awistralya û Amerîkayê 400 terorîst di bin navê "şerê dijî DEAŞê" da derbasî Reqa, Heseke û Helebê bûn û di nav refên YPGyê da cî girtin.
Li gor raporê Partiya Marksîst û Lenînîst ya Komunîst (MLKP) Gulana 2015an da li Resuleynê tabûra xwe ya yekemîn ava kir û gelek biyanî tevlî refên wê bûne. Li gor agahiyan 8 endamên MLKPyê li Kobanî û Hesekeyê di şerê dijî DEAŞê da hatin kuştin ku yek ji wan jineke welatiyeke Almanyayê bû.
Di nav YPGyê da bi navê "Şêrên Rojavayê" yekînyeke ji biyaniyan pêk tê heye ku welatiyên Amerîka, Almanya, Awistralya û Îngilistanê hene û hin ji wan "dildar" û hin ji wan jî eskerên biperetî ne.
Piranî welatiyên Amerîkayê nûçeyên der heqê terorîstên biyanî da di çapemeniyê da zehf cî girt ku eskerekî berê yê ji Îsraîlê tevlî YPGyê bûbû.
Di pevçûnan da Kevin Jochimê welatiyê Almanyayê yê bi nasnavê "Dilsoz Bihar" hat kuştin û derket holê ku li Almanyayê bi rêxistina çepgir ya radîkal ra têkildar e.
Îvana Hoffmanna welatiya Almanyayê ya endama rêxistina Marksîst-Lenînîst bi nasnavê "Avaşîn Têkoşîn Guneş" tevlî refên YPJyê bû.
Di nav terorîstên hatin kuştin da Ashley Johnson û Reece Harding (Awistralya), Keith Broomfield (Amerîka) Konstandinos Scurfieldê bi eslê xwe Yewnanî ye (Îngilistan) hene. Endamekî berê yê artêşa Amerîkayê tevlî YPGyê bû.
Li gor lêkolînê piraniya welatiyên Amerîkayê yên tevlî YPGyê dibin endamên berê yên artêşa Amerîkayê ne.
Di televizyona CNNê û rojnameya New York Timesê da ku navend Amerîka ye 24 û 27ê Rêbendana 2018an da der heqê biyaniyên li Efrînê tevlî YPGyê dibin da nûçe hatin çêkirin. Di nûçeyan da tevî Fransa, Brîtanya, Amerîka û Çînê ji bona kesên ku ji dewletên curbecur tevlî YPGyê bûn gotina "şervanên biyanî" hat emilandin.