Önder Beyter
01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
ÎSTANBUL
"Konvoya Wijdanê ya Seba Jinan" ya ku ji aliyê jinan va hat sazkirin da ku dinya dengê jinên ku li Sûriyeyê di girtîgehên rejima Beşar Esed da dereqanûnî hatine tewqûfkirin, bibihîze û herwiha ev jinên tewqûfkirî werin berdan, wê di 6ê adarê da ji Stenbolê bi rê bikeve.
Alîkara Serokê Giştî yê Tevgera Edalet û Mafên Mirovan (ÎHAK) Parêzer Gulden Sonmezê di civîna der heqê konvoyê ya li Topkapi Ersîn Otêlê da axivî û da bibîrxistin ku di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê yê ku ev 7 sal e dewam dike da jin, zarok, kalemêr û pîrejin jî di navê da nêzîkî milyonek însanî jiyana xwe ji dest da.
Sonmezê diyar kir ku di şerê navxweyî da 15 hezar zarokî jî jiyana xwe ji dest da û wiha got, "Bedenê van zarokan bi bombeyan hat perçekirin û herwiha bedenên wan di binê kavilan da man. Ev zarok hinek ji wan bi xaza klor, sarîn û yên din va hatin kuştin û hinek ji wan jî rastî êşkenceyê hatin."
Sonmezê bal kişand ku di zindanên rejima Esed da 13 hezar û 581 jin rastî êşkence û miemeleyên din ên zalimane hatin û tecawizî wan kirin û wiha dewam kir, "Aniha 417 jê zarokên qîz, li gorî amara ku hat tesbîtkirin hê jî 6 hezar û 736 jin rastî van miemeleyên xirab tên. Bi rastî di zindanên rejimê da ew li benda mirinê ne, ne ku li bendê ne em biçin û wan xilas bikin. Lêbelê em jî dixwazin bibin wesîleya rizgariya wan ne ku ya mirina wan."
Sonmezê diyar kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî û li gorî hemû dînan destdirêjî, êşkence û miemeleyên dereqanûnî yên li hemberî jinan, tawanê şer û tawanê dijî mirovahiyê ye.
Gulden Sonmezê destnîşan kir ku wan wekî jinên ji Tirkiyeyê û ji çarheqalê dinyayê, Konvoya Wijdanê ya Navneteweyî derxist ser rê da ku dinya dengê jinên ku li Sûriyeyê di girtîgehên rejima Esed da dereqanûnî hatine tewqûfkirin û êşkence li wan tê kirin, bibihîzehe û herwiha ev jinên tewqûfkirî werin berdan. Sonmezê herwisa bal kişand ku armanca wan ew e ku balê bikişînin ser drama jinên Sûriyeyî yên ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê vir va rastî êşkence, tecawiz, înfaz, hebs û penaberiyê tên.
Sonmezê got ku konvoyê di 6ê adarê da ji Stenbolê bi otobusan derkeve rê û wê ji Îzmit, Sakarya, Enqere û Edeneyê ra derbas be, biçe ser sînorê Sûriyeyê û herwiha herî dawî jî wê di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê da li Hatayê civîneke çapemeniyê li dar bixe.