Elif Orhan
25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
VIYANA
Hat ragihandin ku rojeva sereke ya Kongreya Diyaloga Neteweyî ya ku dê di 29-30yê kanûna paşîn de li Soçiya bajarê Rûsyayê bê kirin dê avakirina komîteya destûran bingehîn a Sûriyeyiyan be.
Di civîna bi mijara Sûriyeyê ya ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) di çarçoveya hevdîtinên Cenevre 9 li Viyanayê dest pê kirin de alî amadehiyên Kongreya Diyaloga Navneteweyî ya Sûriyeyê dinirxînin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên ku beşdarî civînê bûn bi dest xistin rojeva sereke ya Kongeya ku dê piştî 4 rojan li Soçiya bajarê Rûsyayê bê kirin dê avakirina komîteya destûra bingehîn be.
Tê payîn ku komîte li Kongreya ku dê nêzî hezar û 600 Sûriyeyî beşdar bibin wekî teşekuleke biçûk a ku dê ji nûnerên rejim û mixalefetê pêk bê bê avakirin.
- Tê payîn ku komîteya destûra bingehîn destûra bingehîn a Sûriyeyê amade bike
Tê payîn ku komîteya destûra bingehîn li Cenevreyê di pêvajoya bin çavdêriya NYyê de bê bal hev û destûra bingehîn a Sûriyeyê amade bike.
Bi vî awayî tê payîn ku têkiliya Soçî-Cenevreyê bê pêkanîn û pêvajoya Cenevreyê jî bê xurtkirin.
Di navbera mixalfet, rejim û Tirkiye, Rûsya û Îrana welatên xerantor de di mijara avakirina komîteyê de gelo dê mutebaqat çêbe yan na û teşekûla komîteyê dê çawa be de hevdîtin dewam dikin.
Li gor çavkaniyên mixalefetê ew û Tirkiyeya xerantorê wan li ser mijara heke komîteya destûra bingehîn bê avakirin divê temsîleke bihevseng çêbe û di komîteyê de mixalifên "muteber" mixalefetê temsîl bikin disekinin.
Tê gotin ku mijareke din a ku dê li Soçiyê bê axaftin di dema pêvajoya derbasbûnê de kirina hilbijartinên adil, demokratîk û zelal e.