Nihat avşut
25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
EFRÎN/ÎDLIB
Sivîlên mesûm yên li Efrîna li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ji ber PYD/PKKya rêxistina terorê asê mane di bendê ne ku azad bibin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî yên li Efrînê hilda PYD/PKKyê li herêmê rê li ber gelek Kurd û Erebên mixalifên siyasî û kesên ji ber pevçûnan direvin girt.
PYD/PKK gelek sivîlên mesûm di girtîgehên di navbera beldeyên Raco û Cinderesê û di hucreyên di bin erdê da digire.
Tê texmînkirin hejmara sivîlên di girtîgehan da tên girtin derdora hezar û 100î da ye.
Li gor agahiyan gelek sivîl êşkenceyê dibînin.
Li gor agahiyan di girtîgehên rêxistinê da ji xeynî Humus, Îdlib û Helebê li herêma Efrînê jî gelek mixalifên Kurd û Ereb hene û êşkenceya herî giran li mixalifên Kurd dikin.
Parêzer Fehîd Mûsayê li Sûriyeyê xebatên diplomasiya însanî dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Mûsa diyar kir ji meha nîsanê vir va bi rêxistinê ra dikevin têkiliyê û got lê PYD/PKK bêyî sedem sivîl derdest kirine û tu hincetê jî nîşan nade.