Önder Beyter
25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
ROMA
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê trênek ji rayê derket û di encamê da 2 kes mirin, 10 jê giran 100 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çapemeniya Îtalyayê, trêna ku ji Cremonaê diçû Mîlanoyê li gorî dema herêmê di saet 07.00an da li Pioltello ku 15 kîlomêtro dûrî navenda bajarê Mîlanoyê ye, ji rayê derket û welgeriya.
Di bûyerê da 2 kes mirin, 10 jê giran 100 kes jî birîndar bûn. Xebata lêgerîn û xelaskirina kesên ku di nava vagonan da asê mane, dewam dike.
Li ser sedemê qezayê lêkolîn tê kirin.