Elif Orhan
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê wek vexwendiyê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn biçe Soçiyê.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê hat dayîn Erdogan dê di 13ê sermawezê roja duşemê wek vexweniyê Putînê Serokdewletê Federasyona Rûsyayê dê biçe Soçiyê.
Di hevdîtinên ku dê di çarçoveya ziyareta navborî bên kirin de tê payîn ku têkiliyên dualî û di serî de Sûriye li ser mijarên herêmî û navneteweyî nêrînên xwe bi hev re parve bikin.