Elif Orhan
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
NEW YORK
Serokwezîr Yildirim: "Me bi Birêz Arîkarê Serokê DYAyê Pence re hevdîtineke behredar kir. Em li ser mijarên di navbera welatê me de sekinîn. Me heman demê de li ser mijarên herêmî jî xeber da. Me wek prensîb biryar da ku ji niha pê ve têkiliyên xwe ji asta niha bêtir pêş bixin hewl bidin."
Serokwezîr Yildirim: "(Îadekirina Gulenê serokê FETO û mijara YPGê) Me ya divê ku bibe got, me hêviyên xwe gotin, aliyê din jî der barê vê yekê de tişteke neyinî negote me. Hesasiyeta me ya di vê mijarê de bi me re parve kirin ku haj pê hene ka em çiqas girîngî didin vê mijarê. Em ê ji niha pêve bişopînin, bibînin û em jî dê pêngavan biavêjin. Armanca me ne ew e ku em têkiliyan bêtir xira bikin armanca me başkirin û pêşxistina têkiliyan e. Feydeya vê yekê ji her du welatan re jî heye; ji Tirkiyeyê re heye, ji DYAyê re jî heye. Ji ber wê yekê em ê xebata li ser rojeva erênî berdewam bikin."