03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 03 Hezîran 2016
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "(Biryara Meclisa Federal a Alman a der heqê îdiayên ermeniyan da) Di parlementoya almanan a ku ji 650 kesî pêk tê da bi tenê beşdarbûna nêzî 250 nûnerî jî nîşan dide ku piraniya wan ev yeka pesend nekirine. Şert û merc çi dibin bila bin emê têkiliyên xwe yên bi dost û mutefîkên xwe re bidomînin. Em wisa hêvî dikin ku ev hesabê xelet di bê serastkirin û eqlê selîm bi ser keve."
"(Biryara Meclisa Federal a Alman a der heqê îdiayên ermeniyan da) Ewê li plan û biryarê bê mêzekirin û bersiva hewce dike wê bê dayîn. Almanya û Tirkiye du mutefîkên baş in. Bi biryarên wiha û yên wek van ve bila tu kes li bendê nebe ku wê têkiliyên di navbera me û Almanyayê de di cî de xera nabin, lê ev nayê wê meneyê ku emê bertekê nîşanî vê nedin û tu tiştekî nebêjin. Jixwe tiştekî wisa tuneye. Sê partiyên di parlementoyê de bi hevkarî li hemberî wê biryarê berteka xwe nîşan dan."
"Dinya alem dizane ku di seranserê tarîxê da bi hin sorkirinan va Ermenistanê karên şaş kiriye. Mixabin piştgirî daye çeteyên ermenî yên ku li welêt me tevlî xebatên terorê bûne û gelek dîplomatên me kuştine. Îro jî êdî tê zanîn ku bi awayê veşartî piştgiriyê dide rêxistinên terorê û deriyên xwe ji wan ra vedike."
Serokwezîr piştî li Balafirgeha Esanbogayê daxuyanî da bi xanima wî Semîha Yildirim, Tugrul Turkeşê Alîkarê Serokwezîr, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Aslan û Misteşarê Wezareta Karên Derva Ferîdun Sînîrlîoglu va çûn Azerbaycanê.