Türkan Tosun
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
SOÇÎ
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar li Soçiya bajarê Rûsyayê bi Sererkanê Îranê Tumgeneral Mihemed Baqirî û Sererkanê Rûsyayê Orgeneral Valeriy Gerasîmov re civîneke sêalî pêk anî.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî wê sibê li Soçiyê civîneke sêalî ya ku mijara wê Sûriye ye bikin. Beriya vê civînê sererkanên her sê welatan hatin bal hev.
Piştî hevdîtina sererkanan Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da û got di cîvînê de behsa rewşa Sûriyeyê kirine.
Hat gotin di civînê de ji bo ku komên terorîst ji holê bên rakirin, herêmên ku lê rageşî kêm in zêde bibin û ewlehiya wan bê pêkanîn û asta pêvajoya çareseriya siyasi hêsantir bibe gav bên avêtin sererkan axivîn.