24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Di çapemeniya li Qesra Spî ya rojane de Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer, der barê mijara ku wê Balyozxaneya DYAyê bibin Qûdsê de got: "Hê biryar nehatiye dayîn. Em ê bi hemû aliyên eleqedar re hevdîtinê bikin.
Berdevk Spîcer, di çapemaniya rojane ya xwe ya ewil de pirsên 'balyozxaneya li Îsraîlê dê bibin Qudsê an na' bersivand.
Spîcer der barê mijara xencî DYAyê hemû dinyayê eleqe dike, got ku hê biryarek nehatiye dayîn û wiha dewam kir: "Em ê der barê mijara balyozxaneya DYAyê ya li Îsraîlê bibin Qudsê da, bi hemû aliyan re hevdîtinê bikin."
Spîncer ragihandin ku serokê nû hê nû dest bi wezîfeyê kiriye û wiha dewam kir: "Der barê biryarê de ekîba serok dê bi kesên eleqedar re hevdîtin bê kirin. Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye."