2017 ж. 19 ақпан•Rojanekirin: 2017 ж. 20 ақпан
ŞAM
Endamê Kordînasyona herêmî ya Harestayê Mustafa Taval ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hêzên rejimê li rojavayê Harestayê bi moşekan ve êrişî merasima cinazeyekî kirin.
Taval got ku di êrişê de herî kêm 17 sivîl mirin û 54 sivîl jî birîndar bûn û wiha dewam kir: "Hêzên rejimê ji bilî Harestayê êrişî taxa Kabunê ya ku li rojavayê paytextê ye jî kirin. Gel ji ber êrişan terka malên xwe kirin û çûn cihên ewletir."
Taval got birîndar rakirine nexweşxaneyan ku bên tedawîkirin.