Dinya

Li Şama paytexta Sûriyeyê dengê teqînan hat bihîstin

Mehmet Burak Karacaoğlu  | 15.11.2025 - Rojanekırın : 15.11.2025
Li Şama paytexta Sûriyeyê dengê teqînan hat bihîstin

Damascus

 

 Li Şama paytexta Sûriyeyê dengê teqînan hat bihîstin.

Hat ragihandin ku li dijî herêma Mezzeya Şamê bi dû hev êrîşên mûşekan hatine lidarxistin.

Li gorî nûçeya SANAya ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê ku çavkanî weke yekî eskerî nîşan da, hat gotin, "Êrîşa namerdane ya dijî herêmên Şamê, bi mûşekên ku ji platformeke mobîl hatine avêtin hat lidarxistin.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku jineke ku di êrîşê da bi sivikî birîndar bûye, li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Ajansê di nûçeya xwe ya pêştir da di vê mijarê da ragihandibû ku li herêma Mezzeyê 2 dengên xurt ên teqînan hatine bihîstin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın