HELEB
Hat ragihandin ku hêzên girêdayî Beşşar Esed, li Sûriyeyê bi çekên giran êrîş bir ser herêmên di destê muxalîfan de, di encama êrîşan de 77 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), hêzên rejîmê ji hewa û bejayê ve êrîş bir li ser herêmên di destê mûxalîfan de. Di encama êrîşan de li Helebê 25, Dêrayê 17, li berbajarên paytext Şamê 11, Xûmûsê 6, Rakkayê 5, Hamayê 5, Dêrazorê 4, Îdlibê 4 bi tevahî 77 kes mirin.
Ji aliyê din ve Konseya Şoreşê ya Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) jî daxuyanî da û diyar kir ku firokeyên artêşa rejimê bi bombeyên warîlê êrîşê Helebê dikin.
Di daxuyaniya SRGCyê de hat diyarkirin ku li derdora Mariya bajaroka Helebê şerê di navbera hêzên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û Eniya Îslamî de berdewam dike û hat ragihandin ku rêxistina terorê DÎŞI, bi topên hawanê û moşekan êrîş dibe ser herêmê.
SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê jî diyar kir ku li giştiyê welat operasyon hatin kirin û di encamê de gelek kesên çekdar hatin kuştin, çekên wan hatin îmxakirin.