23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2016
ÎDLIB
Li Sûriyeyê rojhilatê Heleba ku ji hêla terorîstên alîgirên rejimê û rejima Beşşar Esed va hatiye dorpêçkirin û bajarokên Fua û Kefreya di kontrola muxalefetê da ne tehliyeyên dihatin kirin qediyan.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê ku li herêmê ye da ji Helebê herî dawîn konvoya ku ji 5 otobusên piranî muxalifên çekdar lê siwar bûn û 30 wesayîtî pêk dihat, derket.
Konvoya ji hezar kesî pêk tê li herêma Ramûseya di bin kontrola rejimê da ye derket rê û çû herêma Raşîdîna di bin kontrola muxalifan da ye.
Di roja dawîn da ji Helebê bi 10 otobus û 420 wesayîtên taybet va bi tevahî 3 hezar û 500 kes hatin tehliyekirin.
Ji 15 kanûnê ku tehliyekirinan dest pê kir heta niha ji herêmê 45 hezar sivîl û muxalif bi sedan otobus û bi hezaran wesayîtên taybet va hatin tehliyekirin.