XEZE
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsrîlê avahiya Meclîsa Zagonsaziyê ya ku li Xezeyê bombe kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî berhev kir, balafirên şer ên Îsraîlê bombe barandin ser avahiya Meclîsa Zagonsaziyê ya ku li taxa Rîmal a Xezeyê ye.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê Eşref el-Qudrayê ku bi awayekî fiîlî li Xezeyê wezîfedar e, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di vê êrîşê de tişt bi tu kesî nehatiye.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê heta niha 578 jê zarok, 261 jî jê jin bi tevahî 2 hezar û 135 kes hatin kuştin û 10 hezar û 918 kes jî birîndar bûn.
Dibistan jî tên bombekirin
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê 2 dibistanên dewletê û avahiyeke 14 qatî bombekirin.