Ömer Erdem
21 Îlon 2021•Rojanekirin: 22 Îlon 2021
Televizyona dewletê ya Sûdanê diyar kir ku li Xertûma paytextê welêt komeke ji eskeran pêk tê rabû hewla derbeyê bi ser neketin.
Televizyon û radyoyên dewletê weşanên xwe yên asayî birîn û bi weşana zindî hewla derbeyê diyar kirin û bangî welatiyan kirin ku li dijî derbeyê berxwedanê bidin.
Çavkaniyên fermî ragihandin ku li Umdurmana herêma paytextê welêt hin eskeran hin wesayîtên eskerî zeft kirinû û rabûn hewal derbeyê.
Mihemed El Feqî Silêmanê Berdevkê Konseya Desthilatê ya Sûdanê li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir rewş di kontrolê da ye û bang li gel kir ku welêt û pêvajoya bihurbar biparêzin û li dijî derbeyê derkevin.