CÛBA
Gelek kesên li Sûdanê ji ber pevçûnên di navbera hikûmet û serhildêran de dixwazin ji welêt derkevin. Kelekeke ku tê de kesên ji ber pevçûnê direviyan hebû, noqî avê bû û gelek kes mirin.
Berdevkê artêşê Phîlîp Agûer got ku kelek di robarê Nîlê de noqî avê bû û 200 kes mirin.
Agûer diyar kir ku piraniya kesên di kelekê de jin û zarok bûn.
Tê zanîn ku bi hezaran kesên ku li derûdora bajarê Borê ya ku di bin kontrola serhildêran de ye, hewl didin ku bi kelekên darîn li ser robarê Nîlê re ji pevçûnan birevin.