Midûrê Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Cubayê Dr. Wanî Lolik daxuyanî da nûçegihanê AA yê û destnîşan kir ku duh 55 kes bi şewbê ketin û 15 kes jî ji ber şewba kolerayê mirin.
Lolik diyar kir ku ji ber tengasiya nedayîna miaşên karmendan nexweşxaneyê di xizmetên tenduristiyê de astengî hene û destnîşan kir ku Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji bo vê soz daye, lê heta niha miaşê karmendan nehatiye dayîn.
Li gor daneyên nexweşxaneyên li Curbayê di nav 2 hefteyan de 745 kes bi şewbê ketine û hejmara kesên mirî jî 23 ye.