HEWLÊR
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan a Sûriyeyê Mistefa Cuma îdia kir ku PKK zarokên ku revandine jê hinekan li Sûriyeyê di kampa leşkerî de perwerde dike û wiha axivî: "Îhtimal e ku ew van zarokan ji bo şerê li hember Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqe de şer bikin, dişînin qala pevçûnê."
Cumayê ku li Hewlêrê xebatên xwe yên siyasî dike daxuyanî da nûçegihanên AAyê û wiha got:
"Em dizanin ku hin zarokên ji Tirkiyeyê hatine revandin ku bibin serê çiya dibin Rojavayê. Ev zarok, him Qendîl û him jî di kampên Rojavayê de tên perwerdekirin. Lewra her du herêman jî kampên PKKyê yê leşkeriyê hene. PYD ji perçeyek PKKê yê. Îhtimal e ku ew van zarokan ji bo ku di şerê li hember Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqe de şer bikin, dişînin qala pevçûnê."
Cuma daxuyand ku wan ji Sûriyeyê jî gelek zarok hildane kadroyên PKK û YPGyê û wiha axivî:
"Di destê me de belge û agahiyên zelal hene ku PYDyê ji Rojavayê keçikên 12 salî bi zorê birine. Van zorakan bi komên muxalif re didin şerkirin. Lê çek girtina van zarokan qedexe ye. Di hemû dinyayê de qayde ew e ku kesê ku dê şer bike divê 18 salî mezintir be."
Cuma ji bo zarokên ku ji Diyarbekirê hatine revandin û malbatên ku çalakiyê dikin jî wiha got: "Divê zarokan teslîmê malbatên wan bikin. Pevçûn tune, pêvajoya çareseriyê dewam dike. Di nav rewşeke wiha de revandina van zarokan rageşiyê zêde dike û ev jî nebaş e. Divê armanc aştî be."
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurd ya Sûriyeyê Nurî Brîmo jî daxuyand ku zarokên ji bo PKK û YPGyê şer dikin 18 salî biçûktir in û wiha got: "Hêzên wan zarokên 12, 15 û 16 salî pêk tê. Çekan didin destê zarokên ku ji Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Iraqê tînin."