Elif Irmak
13 Gulan 2020•Rojanekirin: 13 Gulan 2020
Li Rûsyayê jimara kesên ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin derket 242 hezar û 271ê, jimara kesên ji ber vîrusê mirin jî derket 2 hezar û 212an.
Li gor daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê di 24 saetên dawîn da bi 10 hezar û 28 kesên din ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin û jimara waqieyan derket 242 hezar û 271ê.
Li welêt di rojên dawîn da jimara waqieyên rojane derketiye ser 10 hezarî û jimara miriyan jî 96 zêde bû û derket 2 hezar û 212an, jimara başbûyiyan jî 4 hezar û 491 zêde bû û derket 48 hezar û 3yan.
Li Rûsyayê rêjeya zêdebûna jimara waqieyan ji sedî 4,3 ye û hat ragihandin ku ji sedî 44,5ê waqieyên nû da semptom nayên dîtin.
Li paytext Moskovayê jimara waqieyan 4 hezar û 703 zêde bû û derket 126 hezar û 4an, jimara miriyan jî 53 zêde bû û derket 1232yan.
Hat ragihandin ku li bajêr bi tevahî 21 hezar û 506 kes baş bûn.
- 259 hezar kes di bin çavdêriyê da ne
Di daxuyaniya Serwêsa Parastina Mafên Serfkeran û Tenduristiya Mirovan a Rûsyayê 177 hezarê wê di 24 saetên dawîn da ji 5 milyon û 900î zêdetir test hatin kirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku bi qasî 259 hezar kes di bin çavdêriyê da ne.