Önder Beyter
13 Îlon 2020•Rojanekirin: 15 Îlon 2020
Li Rûsyayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 62 hezar û 811an, ya kesên mirin jî derket 18 hezar û 578an.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgiriyê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê li Rûsyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da di 5 hezar û 449 kesên din da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket milyonek û 62 hezar û 811an.
Li welêt hejmara miriyan di rojekê da 94 zêde bû û derket 18 hezar û 578an, ya kesên baş bûn jî 2 hezar û 690 zêde bû û derket 876 hezar û 225an.
Li paytext Moskowê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn da 650 zêde bû û derket 271 hezar û 97an, ya miriyan jî 14 zêde bû û derket 4 hezar û 982yan.
Di daxuyaniya Serwêsa Parastina Tenduristiya Însanan û Mafên Xerîdaran a Rûsyayê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 355 hezar testên nû hatin kirin û hejmara testên ku heta niha hatin kirin jî ji 40 milyon û 600 hezarî derbas bû.