Haydar Şahin
28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2017
REQA
Do û pêr di êrişên li ser Reqaya bajarê Sûriyeyê da bi tevahî 84 sivîl hatin kuştin, 90 sivîl hatin birîndarkirin.
"Koma Reqa bêdeng tê qetilkirin" a çalakvanên herêmî ya li dijî DEAŞ û PKK/PYDê di hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku di êrîşên koalisyona navneteweyî ku pêşengiya wê Emrîka dike yên di 26 û 27ê tîrmehê da 84 sivîl hatin kuştin, 90 sivîl hatin birîndarkirin.
Mûaz Ezîzê ji çalakvanên medyaya civakî yê li Reqayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "DEAŞê bi wesayîta bombebarkirî va êrîşî yekîneyeke PYDê ya li nêzîkî bajaroka Karamayê ya li rojhilatê Reqayê kir. Di êrîşê da gelek PYDî hatin kuştin."
Ezîz diyar kir ku yekîneyên DYAyê jî bi topan êrîşî Nexweşxaneya Reqayê ya ku DEAŞ wek baregeh bi kar tîne kirin û wiha axivî: "Di êrîşên li ser Reqayê da gelek sivîl birîndar dikevin. Nexweşxane tijî birîndar in û hewcedariya wan bi amûrên tibî hene."
Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kiribû ku di êrîşên ser Reqayê yên 8 mehan da 308ên wan zarok, 203yên wan jin herî kêm hezar û 400 sivîl hatin kuştin.