Mücahit Aydemir
13 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2023
Hat ragihandin ku li Qudsa Rojhilat a dagirkirî êrîşa çekdarî hat kirin, di bûyerê da 2 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya polêsan da hat diyarkirin ku li herêma Deriyê Sahîrayê ya Qudsa Rojhilat êrîşa çekdarî hat kirin.
Hat ragihandin ku gelek ekîbên polêsan sewqî cihê bûyerê kirin, polêsan di daxuyaniyê da cî nedan hûrgiliyan.
Şahidan diyar kirin ku êrîş dijî qereqola polêsan a li Kolana Selahaddîn hat kirin û çapemeniya Îsraîlê ragihand ku di bûyerê da 2 kes birîndar bûn.
Televîzyona Qenal 12 a Îsraîlê ragihand ku di êrîşê da 2 kes birîndar bûn.