Li Şanliurfayê kesê ku di mala xwe da rastî êrîşa çekdarî hat mir

Şanlıurfa
Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê kesê ku di mala xwe da rastî êrîşa çekdarî hat û mir.
Li gor îdiayê li Taxa Yenîşehîrê, Mehmet Bugdayci (40) li mala xwe bi xizmê xwe M.B. (28) ra ji ber pirsgirêka danûstandinê nîqaş kir.
Ji ber ku nîqaşa di navbera wan da dirêj bû, M.B. gule berî Mehmet Bugdayci da.
Li ser agahdarkirinê ekîbên polês û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.
Ekîbên tenduristiyê tespît kir ku Bugdayci li cihê bûyerê mir.
Cinazê Bugdayci rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.
Polês piştî bûyerê ji bo qefaltina gumanbar xebat dan destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.