Türkan Tosun
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku rayedarên Emrîkayê di civîneke Qesra Spî de der barê Koreya Bakur de brîfîng dan senatorên emrîkî.
Jim Mattisê Wezîrê Parastina Emrîkayê, Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva, Dan Coatsê Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî daxuyaniyeke nivîskî ya hevapar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû hewldanên Koreya Bakur ên di rabirdûyê de yên der barê ceribandina fuzeya balîstîk de têk çûne û Pyongyang îstiqrara herêmê tehdîd dike.
Hat gotin ku Koreya Bakur li dû çekên nukleerî diçe ku ev jî ji bo polîtîkaya derva ya Emrîkayê taluke ye û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Serok Trump daxwaz kir ku em der barê Komara Gel a Koreya Demokratîk de lêkolîneke berfireh bikin. Îro me bi Sererkan Joe Dunford re encamên lêkolînê pêşkeşî endamên Kongreyê kir. Armanca serok ew e ku hewldanên fuzeya balîstîk, nukleer û çekan bide sekinandin. Ji bo vê jî li ser Koreya Bakur kirdariyên aboriyê bike, bi şirîkên me yên herêmî re tevdîrên dÎplomatîk bişopîne."
Di daxuyaniyê de hat gotin ji bo ku li herêmê îstiqrar dewam bike Emrîka wê li cem Koreya Başûr û Japonyayê bisekine.