27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya Emrîkayê destnîşan kir, piştî operasyonên Artêşa Tirkiyeyê leşkerekî payebilind ê DYAyê yê çû serdana Şengalê bi endamên PKKya rêxistina terorî ra nehatiye bal hev.
Mark Tonerê Berdevkê Demkî yê Wezareta Karên Derva di daxuyaniya rojane da pirsa nûçegihanê AAyê ya "Leşkerên Emrîkayê bi firokeyê çûne herêmê û bi endamên rêxistinê ra axivîne" bersivand.
Toner li ser pirsa "Hûn PKKyê wek rêxistina terorî pênase dikin, lê piştî operasyonên Tirkiyeyê leşkerên DYAyê çûne herêmê û rayedarên PKKyê li vir pêşwaziya leşkerên payebilind kirine. Hûn der heqê vê da çi dibêjin?" bertek nîşan da û wiha got: "Min wêneyên hûn qal dikin nedîtine. Lê gotinên leşkerên payebilind bi rayedarên PKKyê ra hatine bal hev neheqî ye. Em PKKyê wek rêxistina terorî qebûl dikin."
Mark Toner der barê operasyonên Artêşa Tirkiyeyê yên li dijî PKK û YPGya şaxa wê ya Sûriyeyê da jî peyivî.
Toner diyar kir operasyon li gor berê li dereke cuda hat kirin û wiha got: "Em ji bo parastina sînoran piştgiriyê didin operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî terorîzma PKKyê. Di navbera operasyonên Tirkiyeyê yên du roj berê û yên do hatin kirin da cudahî heye û li dereke cuda hatin kirin."