BRUKSEL
Arîkarê Giştî yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ertugrul Kurkçu got ku "Pêvajoya çareseriyê atmosfereke nû ava kir."
Ertugrul Kurkçu li 10emîn Konferansa Kurdan ya ku di bin himayeya Koma Çepgir ya Yekgirtî ya Ewropayê de li Parlementoya Ewropayê (PE) tê lidarxistin de axivî. Kurkçu got ku pirsgirêka kurdan meseleya navxweyî ya Tirkiyeyê ye û civaka navneteweyî tenê dikare ku roleke temamkirinê bigire li ser milên xwe.
Kurkçu diyar kir ku pêvajoya çareseriyê atmosfereke nû ava kir û got ku divê em bibînin ku piştî niha bêyî piştgiriya erênî ya civata navneteweyî, ev pêvajo nikare bidome. Em hewceyê nêrîneke sêyemîn in.
Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî diyar kir ku ji YEyê ji hêla demokratîk ve derfetekê dixwazin û got ku "Me tenê nehêlin."
Muslim civîna ku dê ji bo aliyên li Sûriyeyê bîne bal hev û ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyeke siyasî bibînin, li Cenevreyê bê lidarxistin wekî derfetekê nirxand. Muslim parast ku DYA, Îngilistan, Fransa û Tirkiye jî di nav de hin welat hewl didin ku kurdan ji vê civînê dûrî bixin.