Sinan Doğan
10 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2023
Li gor nûçeyên çapemeniya Perûyê li başûrê Jûlîacayê di navbera xwepêşandêr û polêsan da şer çêbû.
Cîgira Ofîsa Obdusman Eliana Revollarê daxuyanî da Kanal Nyê û ragihand ku li der dora Balafirgeha Jûlîacayê di şerê navbera xwepêşandêr û polêsan da 14 kesên din jî hatin kuştin.
Bi van mirinên dawîn va hejmara kesên ji 11ê Berfanbara 2022an heta niha di protestoyên dijî hikûmetê da hatin kuştin gihîşt 43yan.
Li gelek bajarên welêt bi hezaran kesên daketin kuçe û kolanan dixwazin ku bila Serokomara Perûyê Dina Boluarte îstifa bike, Serokomarê Perûyê yê berê Pedro Castilloyê binçavkirî bê berdan, Kongre bê girtin û hilbijartina berwext bê kirin.