20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
ANKARA
Li paytextê ji bo 51 mamosteyên ku 36 jê bikarhênerên bernameya peywendiya nehênî ya rêxistinê ByLockê ne û herwiha li dibistanên ku ji ber sedema peywendiya ligel Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bi erkê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da (BHQ) hatin girtin xebitîne, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li gorî agahiyê bi destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo 51 mamosteyên ku li dibistanên li navenda parêzgehê û navçeyên wê yên ji ber sedema peywendiya ligel FETOyê bi BHQyê va hatin girtin xebitîne, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê li ser telîmata Serdozgeriyê dest bi operasyona desteserkirina berşikan kir.
Eşkere bû ku ji berşikan 36 kesî bernameya peywendiya nehênî ya rêxistinê ByLock emilandine û herwiha xebatên desteserkirina berşikan jî dewam dike.