Fatih Gazioğlu
17 Nîsan 2019•Rojanekirin: 18 Nîsan 2019
Li Pakistanê ji ber baranên gur lêhî rabû, hêrî kêm 39 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Rêveberiya Afatê ya Neteweyî hat dayîn, ji ber baranên gur li eyelatên Hayber-Pahtunhva û Belûcistanê lehî rabû.
Di encama lehiyê da herî kêm 39 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li herdu eyalatan ji ber lehiyê gelek xaniyan xisar dît û hin avahî jî xera bûn.
Rayedarên meteorolojî gotin ku barana gur wê du rojên din jî dewam bike.