QAHIRE
Li Misrê goreke 3100 sal berê hatiye çêkirin û tê gotin ku ya Pah Seîr e hat dîtin.
Li qada Saqarayê ya ku lê lêkolîn tê kirin a li bajarê Gîzayê civîna çapemeniyê hat lidarxistin, di civînê de Wezîrê Berhemên Dîrokî Mihemed Îbrahîm daxuyanî da û diyar kir ku gora ku li qada lêkolînê hat dîtin ya Pah Seîr e. Seîr, rêvebiriya 20emîn Xenedana Firewn a Bêrî Zayînê (BZ) di navbera salên 1077-1292an desthilatdar bûye kiriye.
Dekanê Fakulteya Arkeolojiyê yê Zanîngeha Qahireyê ya Berê Ûla el-Aczî der heqê gora ku hat dîtin de wiha got:
"Dirêjiya gorê 12 mêtro û firehiya gorê jî 6 mêtro ye, li pêşiya gorê qadeke bi stûn û vekirî heye. Piştî vê qadê qadeke bi stûn a din jî heye, di nav vê de jî bîrek heye. Mirov bi rêya vê gorê dikare here odeya gorê ya di bin erdê de. Di pişt vê odeyê de jî 3 odeyên ku dîwarên wan bi tevahî hatine neqişandin hene."