01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 02 Nîsan 2016
NEYNEWA
Li Mexmûra navçeya Mûsilê, di encama 2 êrîşên xwekujiyê da, bi otomobîlekê bombebarkirî, dijî xaleke kontrolê ya pêşmergeyan û qerekoleke polêsan, 6 hêzên ewlekariyê hatin kuştin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên li Mexmûr-Giwêrê Sîrwan Barzanî ji nûçegihanê AAyê ra ragihand, "Bi du êrîşên cuda yek li navenda Mexmûrê dijî qereqoleke polêsan û yek jî dijî xala kontrolê ya pêşmergeyan li Bakirê, bûn hedef. Di encama van êrîşan da 6 hêzên ewlekariyê şehîd ketin."
Sîrwan Barzanî destnîşan kir ku li herêmê pêşmergeyên birîndar hene lê derbarê hejmara wan da ti agahî neda.
Li Mexmûra ku bi qasî 80 kîlometroyî dûrî navenda Mûsilê û bi qasî 60 kîlometroyî dûrî navenda Hewlêrê ye tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin û hejmarek gelek ambûlans ji herêmê ra hat sewqkirin.