Sevim Hatun
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Hêzên Ewlehiya Iraqê ketin herêma Mexmûrê ya dikeve aliyê başûrêrojhilatê Mûsilê, hêzên pêşmergeyê jî ji herêmê paşva vekişîn.
Hêzên yekbûyî yên ku ji artêşa Iraqê, polêsên federal û Heşdî Şabiyê pêk tên danê sibê ji Qeyaraya bajaroka Mûsilê ber bi navenda navçeyê ve çûn.
Pêşmergeyên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li navenda navçeyê jî ji hemû saziyên dewletê vekişîn.
Hin malbatên kurd ên ku ji ber hêzên Heşdî Şabiyê yên ku hatin Mexmûrê fikara dikin, ber bi Hewlêrê ve bi rê ketin.
Navçeya Mexmûrê ku dikeve aliyê başûrê rojavayê Hewlêrê ji sala 2003yan vir ve di kontrola hêzên pêşmergeyê de bû.