31 Adar 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
BRUKSEL
Konê ku rêxistina terorê li Qada Jean Reya li pişt avahiya Konseya YEyê vedabû, ji ber ku maweya destûra wê qediya, hat rakirin.
Meqamên Belçîkayê du roj piştî êrîşa terorê ya li Enqereyê destûr dabû ku PKK kon vede û Tirkiye bertekeke tund nîşanê vê yekê dabû.
Piştî êrîşên terorê yên li Brukselê konê PKKyê hatibû rakirin û di rojên borî de ji nû ve hatibû vekirin.
Di dema Lûtkeya Tirkiye-YEyê ya ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdar bû de pankart û paçikên rêxistina terorê hatibûn rakirin lê pişt re dîsa hatibûn daliqandin.
Remzî Kartalê ji serokên PKKyê yên ku bi bultena sor lê digerin yê ku li Belçîkayê ye di konê de civîna çapemeniyê li dar xistibû.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê konê de gotibû ku "Ev durist nînin, samîmî nînin. Ev dudil tevdigerin. Îro ala daxisttine, postêran rakirine, hûn kî dixapînin. Durist bin, ji dil bin. Li hemberê we Tirkiyeyekî ku bê xapandin tune, gelê Tirkiyeyê nayê xapandin. Vê bizanin. Navê vê teslîmbûna terorê ye. Ev teslîmê terorê bûne."
Serokwezîr Davutoglu jî di dawiya Zîrveya Tirkiye-YEyê de civîna çapemeniyê li dar xistibû û berteke xwe ya der heqê vê yekê de bi tundî anîbû ziman. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî telefonî Dîdîer Reyndersê hempîşeyê xwe yê belçîkayî kiribû û destnîşan kiribû ku kon demildest bê rakirin. Bangî Marc Trentesauyê Balyozê Enqereyê yê Belçîkayê kiribûn ku bê Wezîrê Karên Derve û protestoya Tirkiyeyê ragihandibûn Tirkiyeyê.
Xizmên kesên ku di êrîşa li Enqereyê de miribûn çelenga reş danîbûn ber Balyozxaneya Enqereyê ya Belçîkayê, ji ber ku destûr didin ku propagandaya rêxistina terorê bikin şermezar kiribûn.